Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

10 Roj Piştî Hilbijartinan, Stenbol Hîn li Benda Şaredarê Nû Ye


Tevî ku ser hilbijartinên xwecî yên Tirkîyê 10 roj derbaz bûne, li bajarê Stenbolê jimartina dengan hîn temam nebûye.

Li gor encamên nefermî, berbijarê Tifaqa Mîlet Ekrem Îmamoglu bajarvanê nû yê Stenbolê ye.

Lê. Tifaqa Gel ji van encaman nerazî yê û van encaman qebûl nake. Jiber îtîrazên Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) li hin sindoqan de jimartina dengan berdewam dike.

Îmamoglu her roj derdikeve ber kamerayan û rewşa dawî bi bîragiştî re parve dike.

Serokên rêxistinên bajaran yên Partîya Gel a Komarî (CHP) jibo piştgirîyê hatin Navenda Koordînasyona Hilbijartinan ya CHP’ê ya li Sariyerê.

Îmamoglu vê carê jî bi serokên bajaran yên CHP’ê re derket pêş kamerayan û got ku herî baş ew dikarin bajarê Stenbolê bi rêve bibin.

“Heta niha destûrnameya min nedane. Ev derengmayîn bi her kêlîya xwe, bandorên xirab li ser xebatên şaredarîya Stenbolê dike.Qonaxa partîzanî dawî bûye. Loma ez bang li dilxwazên AKP’ê dikim ku bi sibêroja Stenbolê nelizîn.”

Îmamoglu bangên dubarekirina hilbijartinê bi tundî rexne kir û got ku ew pênç salên dawî de heft hilbijartin li Tirkîyê çêbûne.

“Aborîya welêt bin ket. Mirov bûn partîzan. Bila bihêlin ku em xizmeta civakê bikin.”

MEB_01_10_2019_Imamoglu
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:40 0:00

XS
SM
MD
LG