Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Stenbolê Çalakiya jibo Piştgirîya Rojîya Mirinê Hate Kirin


Ji 5’ê Îlonê vir de li Amedê 50 sîyasetmedar jibo ku bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk were, di dest bi rojîya mirinê kiribûn.

Piştî destpêkirina rojîya mirinê li Stenbolê jî piştgirî hat dayîn. Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ya Stenbolê û ji hêla komelên daxuyanî hatin dayîn ku li Stenbolê vê piştgirîyê mezin bikin

Di daxuyanîya hevbeş de hate xwestin ku tecrîta ser Ocalan bi daimi bê rakirin, danûstandin jinûve destpê bikin, şer were rawestandin û bingehên aştîyê were ava kirin.

Parlementera HDP’ê Huda Kaya beşdarî çalakîyê bû û axaftinek kir. “Em dizanin mifteya aştîyê li ku ye û gelê me ji bo vê mifteyê veke canê xwe dan ber. Em ligel wan kes in ku mifteya aştîyê di deste wan de ye.”

Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Dogan Erbaş jî got ku ew li ser nêrîna 50 sîyasetvanên ku ketine rojîya mirinê ne. û bi hemû awayê piştgirî bidin wan.

Erbaş bal kişand ku hevdîtina bi Ocalan re gelek giring e û li ser vê hevdîtinê dê biryar bên dayîn.

Bi alîyekî din ve, di roja şeşan ya rojîya mirinê de hikûmeta Tirkîyê destûr da ku Mehmet Ocalan ê birayê Abdullah Ocalan, serdana wî bike.

Mehmet Ocalan dîyar kir ku rewşa birayê wî baş e û ew silavên xwe dişîne. ”Çareserîya pirsgirêka Kurd ne yek alî ye, alîyê mezin jî dewlet e. Ger dewlet amade be, du kesan dê bişîne vir û emê pirsgirêkê bi hevre di şeş mehan de çareser bikin,” Abdullah Ocalan bi rêya birayê xwe gotiye.

Hêjayî balkişandinê ye ku piştî ragihandina xweşhalîya Ocalan, beşdarên rojîya mirinê dawî li çalakîya xwe anîn.

Piştgirîya Çalakîya Rojîya Mirinê li Stenbolê
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:59 0:00

XS
SM
MD
LG