Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gulseren Yolerî: Emê Roja Şemîyê Careke Din Li Qada Galatasarayê Bin


Gulser Yolerî Seroka ÎHDê Şaxa Stenbolê

Li Îstenbul’ê biryara dorpêça li ser Qada Galatasaray ya ku li taxa Beyoglu ku jiber Dayîkên Şemîyê hatibû dayîn, piştî 160 hefteyan hat rakirin.

Dayîkên Şemîyê li Qada Galatasaray a Îstenbul’ê ku her rojên Şemîyê jibo ku çarenûsa xizmên xwe yên hatî ser windakirî bipirsin daxwaza dîtin û darizandina kujeran zarok û xizmên xwe bikin berîya 26 salan dest bi çalakîyekî runiştinê kiribûn.

Lê di hefteya 700’an de roja 25’ê Tebaxa 2018’an Dayîkên Şemiyê xwestin li qadê kom bibin ku jiber fermana Wezîrê Navxweyî yê Tirkîyê Suleyman Soylu, Qeymeqamtîya Beyoglu destûr nedabû ku polîsan jî qad dorpêç kiribû.

Herwiha di hefteya 700’an de polîsan êrişî mirovên Şemî’yê kiribû û herî kêm 47 kes hatibûn binçavkirin.

Seroka Komela Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Îstenbul’ê Gulseren Yolerî dîyar kir ku ji roja pêşîn heta niha dorpêça ser Qada Galatasay dijî hiqûqa Tirkîye û peymanên navnetewî ne û wê got, “Di heman demê de jibo ku dorpêça ser Qada Galatasaray were rakirin wek İHD’ê me dest bi tekoşîna hiqûqî jî kir û serlêdana rakirına vê dorpêçê kir. Lê heta niha encamekî zelal nehatiye standin. Hem makezagona Tirkîyê hem jî peymanên navnetewî jibo tekoşîna dad, azadîya ramanê û çalakîyên aştîyane rê dide. Lê tevî vê yekê jî qedexeyekî wiha hat standin.”

Yolerî di berdewamîya axaftina xwe de destnîşan kir ku ger ji nav û derveyî Tirkîyê ve zextên jibo demokratîkbûnê û mafên mirovan neyên desthilat gavan navêje, “Biryara dorpêçê rast e rast bi rewşa sîyasî ya Tirkîyê ve girêdayî ye û em dizanin ku ev biryarekî sembolîk e.Lê di demên dawî de, dibe ku jiber hilbijartinên pêşwext an jî dibe ku li ser serlêdanên me yên li qada navnetewî de derketî be pêşîya desthilatê ku ev zextên heyî kêmtir bûne.”

Herî dawî Yolerî anî ziman ku ewên roja Şemîyê careke din çalakîya xwe ya heftane li Qada Galatasaray li dar bixin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:32 0:00

XS
SM
MD
LG