Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Navenda Îstixbarata Rûsya Êrîşeke Çekdarî Çêbû


Servîsa Ewlekarîya Navxweyî ya Rûsya (FSB) ragihand ku li nêzî navenda wan ya giştî ya li Moskowê êrîşeke çekdarî li dar ketiye.

FSB dîyar kir ku di êrîşê de xebatkarekî wan hatiye kuştin.

Ajansa nûçeyan ya Interfaxê da zanîn ku êrîşvanê ku hewil daye ku bikeve hindurê avahîya FSB’ê li derve hatiye kuştin.

Wezareta Saxlemî ya Rûsya jî ragihand ku pênc kes birîndar bûne û rewşa duduyên wan giran e.

Serokê Rûsya Vladimir Putin dema êrîşeke çekdarî li dar ket li konserteke bo FSB û yekîneyên din yên ewlekarîya Rûs bû.

Putin berî êrîş li dar keve preskonferansa salane li dar xistibû.

XS
SM
MD
LG