Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îstixbarata Amerîkî Dibêje Rûsya bi Kêmbûna Leşkeran re Rûbirû Maye


Îstixbarata Amerîka ragihand ku Rûsya di şerê li Ukrayna de bi kêmbûna leşkeran re rûbirû maye.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê da zanîn ku li gor îstixbarata Amerîka, Rûsya hewil dide bi diravan leşkeran bişîne cengê û heta Mosow dixwaze girtîyên ceza xwarine bixebitîne.

Serokê Rûsya Vladimir Putin hefteya borî ser zêdekirina leşkeran biryarnameyek îmza kiribû.

Bi biryarnameya Putin çaverê ye hejmara hêzên çekdarî ji 1,9 mîlyon rabe 2,04 mîlyon.

Moskow dîyar nake ku di şerê li Ukrayna de çend leşkerên wê hatine kuştin, lê karbidestên Rojava û Kîev dide zanîn ku hejmara leşkerên Rûs yên hatine kuştin bi hezaran e.

Îstixbarata Amerîkî dide zanîn ku artêşa Rûs li Ukrayna bi awayekî cidî bi kêşeya kêmbûna leşkeran re rûbirû maye.

Li gor îstixbarata Amerîkî, Rûsya zorê dide leşkerên birîndar ku wan jinûve bişîne şer û dixwaze ji kompanîyên taybet karmendan bistîne.

Agahîyên di destê îstixbarata Amerîkî de raber dikin ku Rûsya dixwaze bi bedela efûyê girtîyên ceza xwarine jî bişîne cengê.

XS
SM
MD
LG