Di demeke ku protestoyên Gezi Parki berdewam dikin, Kurd jî wekî beşeke mezin ya civaka li Tirkîyê helwesta xwe dîyar dikin.
Hunermend, akademîsyen û rojnamevanên Kurd yên rûniştvanên Stenbolê bûyerên Taksîmê û berdewama protestoyan ji Dengê Amerîka re nirxandin.
Ew, bi taybet daxwaz dikin ku bêyî xisarên mezintir li ser civakê çêbin, ev çalakî bi awayekî aştîyane dawî werin.
Lîstikvana sînemayê Havîn Funda Saç dibêje, jiber ku em bixwe jî li vî bajarî dijîn, divê em jî di nav de cî bigirin. Saç hişyarî dide ku hewce ye Kurd helwestên hin komên nijadperest jî li ber çavan bigirin.
Xanim Saç balê dikşîne ku ger hikûmet hilweşe û li şûna wê jî hikûmeteke nijadperest were, wê jibo Kurdan hîn xirabtir be, lewma jî divê, êdî ev xwepêşandan rawestin.
Akademîsyen Muhammed Gozutok jî protestoyên Taksîmê bi dijberîya 100 salî ya pêkhatên civaka Tirkîyê ve girê dide.
Gozutok dide zanîn, jiber ku ev şerê kom û klîkên wan yên navxweyî ye, ti feydeya vî şerî ji Kurdan re tune ye.
Rêzdar Gozutok, bûyerên Taksîmê wek meseleya civaka Tirk û Stenbolîyan şîrove dike ku bibîr dixe, her çiqas berxwedaneke sîvîl ya mafdar be jî, divê Kurd di nav van qewimandinan de xwe zêde nêşînin.
Rojnamevan Kadîr Kaçan ku herwiha yek ji bizavkarê roja pêşî ya Parka Gezi’yê ye ji Dengê Amerîka re xuya dike, berbelavbûna protestoyan ne jibo hilkirina çend daran e. Ew dibêje, tundbûna polîsan bûye sedem ku bûyer bigehejin vê astê.
Birêz Kaçan îdîa dike ku hikûmeta AKP’ê jiber ku hewil dide tenê bi hin bizavkarên nêzî xwe re danûstandinan bike, jibo dawîanîna çalakîyên Parka Gezi’yê ji dil tevnagere.
Kaçan herwiha dibêje, pirsa Kurd pirseke pir cuda ye û nabe ev protestoyên berdewam û pirsa Kurd têkelî hev bibin.