Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdhejek Bihêz li Îtalaiya Pêkhat 73 Mirî Û Sedan Birîndar Hene


Serê sibeya roja çarşemê erdhejeke bihêz li Îtaliya pêkhat, karbidestên Îtalî dane zanîn ku erdhej di hêza 6.2 ya pîvanên Rêxter de bû, heta niha saziyên lihewar hatinê lêgerînên xwe yên liser kesên windayî û yên dibin xirbeyan de mane berdewam dikin.

Karbidestên Îtalî dibêjin heta niha hejmara qurbaniyan gihaye 73 mirî û sedan birîndar hene, çavkaniyên mediya Îtalî dibêjin zêdetirî 100 kesan di windan e, weke hind girteyên Vîdeoyê didin diyarkirin ku, malwêraniyek mezin ji encama erdhejê peyda buye.

Piştî erheja bihêz 7 paşerdhejî li heman herêmê pêkhatine, bihêztrîn paşerdheja qewimî di hêza 5.5 ya pîvanên Rêxter de bû.

Li gur senterê çavdêriya Geolojî ya Amerîkî , erdheja Îtaliya di seat 3:36 li herêma Norcia ya 150 kîlometran li bakurê rojhilatê paytext Roma qewimiye, erdhej bi kuratiya 10 kîlometr û firehiya 10 kîlometran vegirtiye û li gur pîvanên Rêxter di hêza 6.2 de bû.

XS
SM
MD
LG