Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sala Nû ya Xwendinê li Îtalyayê di Bin Tedbîran de Destpê Dike


Wêne ji arşîvê ye.
Wêne ji arşîvê ye.

Çar mîlyon xwendekar li Îtalyayê piştî bînvedana havînê vegerîyane xwendingehên xwe.

Hikûmeta Îtalî biryar da ku îsal xwendina ji dûr ve ferz neke. Ji 20 herêmên welêt, xwendingehan sala nû ya xwendinê îro Duşemê li 10 herêman destpê kir.

Xwendekarên herêma Alpine Alto Adige hefteya borî sala nû destpê kir. Li deverên din, wekî Campania li herêma Napolî, sala xwendinê wexteke din vê hefteyê destpê dike.

Di nav sala û nîva borî de xwendekarên Îtalî ji ber nexweşîya koronayê kêm dem li nav xwendingehê qedand.

Hemû mamoste û karmendên din yên xwendingehan divê Kerta Kesk hebin heta ku karibin biçin xwendingehê.

Ev tê wê wateyê ku divê bi kêmî yek derzîya vaksîna dijî koronayê wergirtibin, yan di nav şeş mehên dawî de ji COVID-19 rehet bûbûn yan jî testa negatîv ya vîrusê di 48 berê de kiribin.

Wezîrê Perwerdeyê Patrizio Bianchi dibêje ku vekirina xwendingehan roja Duşemê bi ewleyî derbaz bû.

Dora % 93 ji mamosteyan Kerta Kesk nîşan da û hinekên din jî belge pêşkêş kirin ku ew ji ber sedemên saxlemî nikarin vaksînê bistînin.

Lê, karbidest bal dikşînin ku veguhestin dimîne wek pirsgirêkeke girîng. Gelek herêm û bajaran hişyarî dane ku otobusên birina û anîna xwendekaran ji xwendingehan kêm in.

XS
SM
MD
LG