Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îtalya Peketa Kêmkirina Xercan Qebûl Dike


Îtalya Peketa Kêmkirina Xercan Qebûl Dike
Îtalya Peketa Kêmkirina Xercan Qebûl Dike

Hikûmeta Îtalî di dengdana parlemanîyê ya bawerîyê de, bi awayekî xûrt serkeftî bû. Dengdana îro Înê, li dijî paketa aborî ya giwaştina kemberan pêk tê ku dixwaze ekonomîya wî welatî baştir bike.

Îtalya xwedîyê ekonomîya herî hêzdar ya siseyan e li Ewrupayê û rûbirêyê dijwarîyên aborî ye.

Civata jêrîn ya parlemanê bi 495 beranber 88 dengan piştgirîya paketa 40 mîlyar dolarî kir û li ber e civata jorîn jî hefteya were dengdanê bike.

Hikûmeta teknokrat ya Serokwezîr Mario Monti xwedîyê piştgirîyeke xûrt e, li nav du beşên parlamanê. Hikûmeta Îtalî bi bilindkirina bacan û kêmkirina xercan hewil dide ku regorman di budceya Îtalî de bike.

XS
SM
MD
LG