Vîrusa korona ya bi navê Covid-19 li Îtalya di 24 saetên dawî de 189 kes kuştin.
Bi vî awayî, li Îtalya hejmara kesên jiber Covid-19 jîyana xwe ji dest dane rabû 1016'an.
Daneyên dawî nîşan didin ku rêjeya mirinên jiber Covid-19 di rojekê de 23 ji sedê zêde bûye.
Berpirsên saxlemîyê yên Îtalya dîyar dikin ku Covid-19 li wî welatî ketiye canê 15113 kesan.
Covid-19 li Îtalya di 21'ê Sibatê de berbelav bûbû û ji wê çaxê vir ve hejmara pêketîyan cara pêşî di rojekê de ewqas bilind bû.