Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îtalya: Hejmara Rojane ya Mirîyên Vîrusa Korona Kêmtir Dibe


Daîreya Berevanîya Sîvîl ya Îtalya ragihand ku roja Yekşemê 756 kes jiber vîrusa korona jîyana xwe ji dest dane.

Bi vî awayî, li Îtalya hejmara kesên vîrusa korona kuştine bû 10,779 ku ew bi qasî 33 ji sedê temamê mirinên jiber wê nexweşîyê ne.

Li gor agahîyên karbidestên Îtalya dane, hejmara kesên jiber vîrusa korona mirine, di du rojên dawî de kêmtir bûne.

Berpirsên Îtalya roja Şemîyê gotibûn ku 889 û roja Înê jî gotibûn ku 919 bi vîrusa korona jîyana xwe ji dest dane.

Nûnerên wê dewetê didin zanîn ku tevî ku hejmara mirîyên vîrusa korona kêmtir dibin jî ewê tedbîrên berfireh demeke dirêj bidomînin.

XS
SM
MD
LG