Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îtalya: Bi Tedbîrên Dijî Vîrusa Korona Rêjeya Tawanan Kêm Bû


Wezareta Navxweyî ya Îtala ragihand ku bi tedbîrên dijî vîrusa korona rêjeya tawanan 66,6 ji sedê kêm bûye.

Îsal di meha Adarê de li Îtalya 68,069 tawan çêbûn, lê di Adara 2019’an de ew hejmar 203,723 bû.

Tedbîrên dijî vîrusa korona dê di 4’ê Gulanê de werin sist kirin û wezareta navxweyî ser firehbûna qadên çetên tawanan hişyarî da.

Li gor daxuyanîya wezaretê, dibe ku endamên mafya hewil bidin kompanîyên naxwazin topê biavêjin bixin bin kontrola xwe.

Ji alîyê din ve, tawanên faîzê jî di vê qonaxê de 9,1 ji sedê zêde bûn ku kompanî û kesan bo debara xwe bikin serî li komên ne qanûnî didan.

Vîrusa korona li Îtalya heta niha ketiye canê pirtir ji 200,000 kesan û 27,682 kes bi wê vîrusê jîyanên xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG