Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îtalya Tedbîrên Dijî Vîrusa Korona Jinûve Berfireh Dike


Hikûmeta Îtalya jiber zêdebûna pêketinên vîrusa korona tedbîrên nû sitandin.

Serokwezîrê Îtalya Giuseppe Conte dîyar kir ku wan bo seranserê welêt careke din nekeve karantînê tedbîr ragihandine.

‘’Ger em karantîneke ku bo aborîyê rîskên mezin çêdike naxwazin divê em sînordarkirinan zêde bikin. Hikûmet li vir e, lê divê herkes berpirsîyên xwe bi cîh bîne.’’ Giuseppe got.

Wî da zanîn ku divê herkes bi tedbîr tevbigere û gava bi nas û hevalan re hevdîtinan jî dike, divê baldar be.

Li gor tedbîrên nû dê saetên vebûn û girtina dibistanan werin guherandin û mamoste û xwendekar dê xwe pirtir bidin ser dersên onlayn. Bar û resotran dê piştî nîvê şevê werin girtin û konferans û festîval dê li dar nekevin.

Îtalya roja Yekşemê bi 11705 pêketinên vîrusa korona rekora xwe ya ser hejmara rojane şikandibû.

Agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Îtalya pirtir ji 414,000 kes bi vîrusa korona ketine û 36,543 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG