Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îtalya Dijî Belavbûna Covid-19 Tedbîran Berfireh Dike


Îtalya dijî belavbûna vîrusa korona ya bi navê Covid-19 tedbîrên berfireh distîne.

Covid 19 li Îtalya heta niha 3 kes kuştine û ew vîrus ketiye canê pirtir ji 130 kesan.

Li bajarokên li bakurê Îtalyê çûyîn-hatin hat qedexekirin, Festîvala Venedîkê hat rawestandin, dibistan ketin betlaneyan û maçên futbolê betal bûn.

Karbidestên Îtalya bang li niştecihên Lombardia û Veneto kirin ku ji malên xwe dernekevin.

Lijneya Wezîran dide zanîn ku ger gel li gor qedexeya tevnegere, xêncî polîsan ewê piştgirîya artêşê jî bixwazin.

XS
SM
MD
LG