Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îtalya Bang li YE Dike ku Hember Hatina Penaberên Lîbyayî Hazir Be


Enzo Moavero

Hikûmeta Îtalî bi nameyekê ji Yekîtîya Ewrupa xwest ku beramber hatine pêlên nû yên penaberan ji Lîbya amadekarî bike.

Wezîrê Derve yê Îtalî Enzo Moavero îro Çarşemê got ku divê Yekîtîya Ewrupa pêş çavan bigire ku şerê li Lîbya dikare bibe sedema hatina bi hezaran penaberên Lîbyayî.

Moavero ew gotinên xwe, di preskonferansa hevbeş ya ligel nûnerê taybet yê Neteweyên Yekbûyî ya bo Lîbya Ghassan Salame de, li Roma kirin.

XS
SM
MD
LG