Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îtalya: Jiber Covid-19 Hemî Dibistan û Zanîngeh Dê Heta 15'ê Adarê Girtî Bimînin


Îtalya tedbîrên xwe yên dijî vîrusa korona ya bi navê Covid-19 berfireh dike.

Wezareta Perwerde yê Îtalya ragihand ku hemî dibistanên li welêt dê ji 5’ê Adarê heta 15’ê Adarê girtî bimînin.

Li gor biryara wezaretê, zanîngeh jî dê werin girtin.

Li 11 bajarên li herêmên Lombardia û Veneto perwerdeya li dibistanan hatibû rawestandin.

Ji welatên Ewrupî herî zêde Îtalya bi kêşeyên Covid-19 re rû bi rû maye.

Covid-19 li Îtalya heta niha pirtir ji 100 kes kuştine û ew vîrus ketiye canê 2500 kesan.

Karbidestên hikûmeta Îtalya bo kelûpelên tibî û maskan bang li civaka navneteweyî dikin ku alîkarîyê bikin.

Afrîqa Başûr ragihand ku ewê 800,000 mask bişînin Îtalya, lê berpirsên Îtalya didin zanîn ku bi kêmî ve 10,000,000 mask pêwîst in.

XS
SM
MD
LG