Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ji Ivanka Trump Bo Jinên Afganistanê


Pirtûka Ivanka Trump "Jinên Kar Dikin"
Pirtûka Ivanka Trump "Jinên Kar Dikin"

Çalakvana pirsên Jinan li Afganistanê, Şefîqa Xipalwak wergera pirtûka xwe ya bi zimanê Paşto weşand, ku wergera pirtûka Îvanka Trump e ya sala 2017an bi serdêra "Jinên Kar Dikin" weşand bû.

Şefîqa dibêje, ew bi hêvîne ku pirtûka Îvanka ya ku wê wergerandî ser zimanê Paşto bibe rênîşanderek bo jinên Afganî.

"Min ev pirtûk weşand da ku bibe piştevan jibo jinên Afganî heta ku di civakê de pêşengiyê bides bixin", Şefîqa ev yek di hevpeyvîna xwe de got, ya ku bi rêya telefonê pişka Afganî ya Dengê Amerîka pê re encam dayî.

Pirtûk li Kabûl hatiye weşandin, her ji niha de pirtûkê rewacek baş dîtîye, bi taybet ew pirtûkên rojavayiyan yên bo zimanê Paşto û Darî tên wergerandin.

Şefîqa Xipalwak dibêje, pirtûka "Jinên Kar Dikin", rêbazek baş û pêşniyarên jêhatî nîşa wan jinên kar dikin dide, kanê çawan dê belansê êxin di navbera civakê û jiyana kar kirinê.

Xipalwak dibêje civaka Afganî, civakek bavsalarî ye, weha zû qebûl nake jin postên bilind wer bigire, "lê min dît ku ev pirtûk palderek baş be, helbet dê bo jinên Afgansitanê bibe jêdera Îlhamê û piştevanî bo ku berpirsariya xwe di civakê de bigirin û karan bi şêweke rast birêve bibin û guherîna ku dixwazin dê bicî bînin".

XS
SM
MD
LG