Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komîta Kongirêsa Amerîkî Pêşwext Biryara Ser Îxwan El-Muslimîn Erê Dike


Komîta dadê di Kongirêsa Amerîkî de proje biryara ku, Îxwan El-Muslimîn weke rêxistinek terorist û wê bixin lîsta rêxistinên terorê de erê kir.

Proje biryara H. R. 3892 ji aliyê Komîta Kongirêsê de hat erê kirin û daxwaz ji wezîrê derve yê Amerîka tê kirin da ku, desthilata xwe bikar bîne û Îxwan El-Muslimîn weke rêxistineke terorît ragehîne.

Proje biryara pêşwext ya taybet bi rêxistina Îxwan El-Muslimîn bikeve di nava lîsta rêxistinên terorist de, hate dengdan, ji encama dengdanê derket hole ku, 17 endamên Komariyan dengê ERÊ bi kar anîne li hember 10 dengên NA, ku her hemû yên endamên demokratan bûn, 12 endaman ji herdû partiyan dengên xwe bikar ne anîn.

Derheqa gotûbêja ser vê mijar hat gotin ku, Îxwan El-Muslimîn sala 1928ê hatiye damezrandin, gelek kes hinartine nav şer û pevçûnan û di rêxistinên terorî de şerê bi nave Cîhadê kirine, ji wan rêxistina Hemas ya Felistînî.

Eger ku ev proje biraye bê erêkirin, ewa Îxwan El-Muslimîn dê li sernaserî Amerîka bê qedexekirin, mal û pereyên wan dê destbiserde bê giritn.

XS
SM
MD
LG