Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Îzlanda jiber Xwepêşandanên Girseyî Dest ji Karê Xwe Berda


Serokwezîrê Îzlanda (Ayslend) Sigmundur David Gunnlaugsson, jiber xwepêşandanên girseyî yên dijî wî, îro Sêşemê karvekêşana xwe da.

Piştî ku navê Gunnlaugsson di belgeyên Panamada de derket ku hesaba wî ya bankê li dervayê welêt heye, gelek nerazîbûn li hember wî peyda bûbûn.

Di belgeyan de eşkere dibû ku Gunnlaugsson û hevjîna wî ew hesabên nepenî vekirine ku diravên xwe derxînin dervayê welêt û bacê li ser hebûna xwe nedin.

Serokê Îzlanda Olafur Ragnar Grimsson jiber xwepêşandanên girseyî neçar ma ku serdana xwe ya Amerîka nîvçe bihêle û vegere welêt.

Gunnlaugsson di nav 140 sîyasetvan û karbidestên girîng in ku di belgeyên Panama de navê wan derbas dibe ku tûşî karên tarî bûne.

XS
SM
MD
LG