Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Rojavayê Tirkiyê Êrîşa Çekdarî


Peqîna Izmîr - Tirkiye
Peqîna Izmîr - Tirkiye

Ajansan ragihand ku roja Pênşemê li bajarê Îzmir yê rojavayê Tirkiyê êrîşeka çekdarî pêkhat di encam de 2 êrîşkar, polîsek û karmendekê dadweriyê hatine kuştin, êrîş li dij dadgeha bajarê Îzmir pêkhatiye.

Berpirsekî navxweyî yê bajarê Îzmir jibo ajansa (AP) daye xûyakirin ku êrîş bi riya trombêlek bombekîrî pêkhatiye 10 kes birîndar bûne, şer di navbera êrîşkaran û polîsan de derketîye, di encam de 2 êrîşkar hatine kuştin.

Şaredarê herêmî Hasan Karadag gote NTV birîna yek ji birîndaran gelek girane, herweha Hasan dibêje 2 ji êrîşkaran hatine kuştin û yek ji reviyaye, kesê ku revîye cakêtek reş û komek spî liser serê wî bû.

Mediya Tirkî dide zanîn, êrîş bi riya trombêlek bombekirî pêkhatiye, êrîşkaran di xwestin liber dergehê dadgeha ku dadger lê bijor dikevin qewimye, di êrîşê de 2 êrîşkar hatine kuştin yek polîs û yek ji karmendên dadgehê.

Wek tê zanîn ev yekem êrîşe pêk tê, piştî êrîşa ser yaneya şevê li şeva serê salê li Stebul û 39 kes di êrîşê da hatbûn kuştin, zêdetirî 70 kesan birîndar bibûn, dewleta Îslamê DAIŞ êrîşa ser yaneyê girt bû ser xwe.

Di demên dawiyê de Tirkiye bûye qada êrîşên şîdetkar yên endamên DAIŞê û milîtanên Kurd yên bi navê Teryên Baz Yên Azadiya Kurdistan (TAK) xwe didin naskirin.

XS
SM
MD
LG