Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jînda Qiço: Min Xewnên Xwe bi Hunerê Kirin Rastî


Şêwekara kurd Jînda Qiço ku li bajarê Qamişlo dijî tevlî malbata xwe, piştî ku bû dayika 3 zarokan û xatûna malekê, dest bi xwendina hunera ciwan kir li Navenda Malva li Qamişlo û xwena zaroktiya xwe kir rastî û dest bi afirnadinê kiriye û derbirîniyên xwe bi xêz û rengan tîne ziman.

Jînda Qiço di sala 1983an li bajarê Helebê ji dayik bûye.

Ji ber rewşa jiyanê ya zor û dijwar wê xwendina xwe ya bilind bi dawî nekiriye.

piştî zewaca wê ew li bajarê Amûdê jiya û dawiyê li Qamşlo bi cî bûn tevlî malbata xwe.

Dest bi fêrkirina şêwekariyê kir di dema ku kurê wê ket Navenda Malva ya hunera ciwan li Qamişlo.

Jînda derbasî Navneda Malva bû û bi dilgermî dest bi fêrkirina şêwekariyê kir û rêk û rêbazîn hunerî.

Ew beşdarî 2 pêşangehan bû û nuha li ser berhmên xwe dixebte da ku karibe wan amade bike bo çalakiyên hunerî li bajarê Qamişlo û li herêmê.

Jînda nûmenak pirr zelal e ji wan jinên ku dest ji xwenên xwe bernadin û nahêlin ku tu tişt wan rawestîne yan ragire ji pêkanîna xwen û armancên xwe.

please wait

No media source currently available

0:00 0:30:45 0:00


XS
SM
MD
LG