Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CDC û FDA Pêşnîyar Dike ku Karanîna Vaksîna Johnson & Johnson Were Sekinandin


Navenda Kontrol û Pêşîgirtina Nexweşîyan (CDC) û Rêvebirîya Derman û Xwarinê (FDA) îro Sêşemê derheqa vaksîna yek dozî ya Johnson & Johnson daxuyanêyeke hevbeş weşand.

CDC û FDA pêşnîyar kir ku karanîna vaksîna Johnson & Johnson ya COVID-19 were sekinandin, piştî ku 6 wergir rûbirûyê hin pirsgirêkên saxlemîyê bûne.

“Hemî 6 wergirên vaksîna Johnson & Johnson jinên navbera 18 û 48 salî ne. Ji wan yek mir û yeke din jî li nexweşxaneyeke istana Nebraska di rewşeke krîtîk de ye,” Reutersê ragihand.

Li ber e CDC û FDA roja Çarşemê civîneke şêwirmendîyê li dar bixin û pêdaçûnê li ser bûyerên girêdayî wê vaksînê bikin.

Hêjayî balkişandinê ye ku heta 12ê Nîsanê pirtir ji 6.8 mîlyon dozen vaksîna Johnson & Johnson li seranser Amerîka hatine lêdan.

XS
SM
MD
LG