Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sîyasetvanê Hollandî Lagendijk ji Tirkîyê Hate Dersînor Kirin


Joost Lagendijk

Joost Lagendijk, hevserokê berê ya komîsyona parlementoya hevbeş ya Tirkîye-Yekîtîya Ewrupa bû, îro Duşemê ji balefîrgeha Sabîha Gokçena Stenbolê hat dersînor kirin

Lagendijk ku do êvarê li firîbgehê peyabû bi hinceta “wî ji konsulxaneya Tirkîyê ya Hollanda vîze negirtiye” hatina wî ya Tirkîyeyê hat asteng kirin.

Lagendijkî rewşa dersînorkirina xwe ji hesabê xwe yê Twitterê wiha ragihand:

“Karbidestên Tirk ez sekinandim û destûr neda min ku bikevim Tirkîyê. Ezê îro bi balafira saet 08:30'an de vegerime Hollanda.”

Hevjina Lagendijk, rojnamevan Nevîn Sungur ji Denge Amerîka re qala dersînorkirina Lagendijk kir û got ku hevjînê wî li Tirkîyê dijî û ew jibo çend rojan çûbû Hollanda.

“Li gor nêrîna min Joost dibe ku ji nivîsên wî yên rojnameya Zaman û Today’s Zaman’ê jî biryarek hatibe dayîn. Ji wî rê re gotine navê te di lîsteyekî de heye, lê ev kîjan lîste ye bi fermî jê re tiştek negotine.”

Lagendijk ji sala 2009'an vir ve li Tirkîyeyê dijî û nivîskarê Todays Zamanê bû. Sîyasetmedarê Hollandî ji Navenda Polîtikayan a Stenbolê ku girêdayî Zanîngeha Sabanci ye re, şêwirmendî dikir.

Hejayî bibîr xistinê ye ku ji îlankirina rewşa awarte vir ve, karbidestên Tirk dest dane ser pasaportên gelek rojnemeger, sîyesetmedar û nûnerên rêxistinên sîvîl.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:02:56 0:00

XS
SM
MD
LG