Lînkên eksesibilîtî

Caferî: Ji Me Daxwaza Danûstandinên Rûbirû bi Opozîsyonê Nehat Kirin


Nûnerê hikûmeta Sûrî li Neteweyên Yekbûyî Beşar Caferî îro li Cenevrê got ku ji şandeya wî nehat xwestin ku danûstandinên rûbirû bi opozîsyonê bike.

Caferî, di gera heftan ya danûstandinan de, piştî hevdîtina xwe ya bi nûnerê taybet yê Neteweyên Yekbûyî, Staffan de Mistura, ji nûçegîhanan re peyîvî.

“Ji hikûmeta me re tiştê girîng ew e ku şirîkên me yên netewî hebe, ne hin alavên ku jibo rojeva hêzên bîyanî dixebitin,” Caferî got.

Mebesta wî welatên wek Erebistana Saudî, Qatar, Tirkîyê ne ku piştgrîyeke xurt didin hêzên dijî rejîma Esad.

Hêjayî bîrxistinê ye ku rojeke berê jî de Mistura dabû zanîn ku wî giwaştin li ser şandeyên opozîsyonê û hikûmetê nake ku li rastxwe bi hevdû re biaxifin.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG