Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mattis Serdana Çînê Dike


Wezîrê berevaniya Amerîka James Mattis
Wezîrê berevaniya Amerîka James Mattis

Wezîrê berevaniya Amerîka James Mattis li Pekîn gotûbêj ligel hevpîşeyê xwe yê Çînî encam dide, armanca seredanê xûrtkirina têkiliyên dîplomasî û herwiha danûstendinên derbarê lihev nekirinên di warê leşkerî û abûrî yên herdu welatên zilhêz de ne.

Mattis Çarşemê li gel wezîrê berevaniya Çînê Wei Fenghe civîn pêkanîn û da xûyakirin ku danûstendinên leşkerî yên di navbera Washington û Pekinê de gelek di giringin jibo xûrtkirina têkiliyên berfirehtir yên herdu welatan, Mattis got, ew bi hêviya "diyalogek rastgo û vekirî" civînan ligel Wei encam didin.

Serdana Mattis di wî çaxî de hat, piştî ku serok Trump bihayê pêdanên Gomirkê liser berhemên Çînê yên tên nava Amerîka gelek bilind kirîn û Çîn ji wê biryara Trump hêris bûye, ev bû sedem ku Çîn jî, bersiva biryarê bi danîna sizayên taybet liser berhemên Amerîka bide.

Zêdebarî pirsa bihayên gomirkê, Washington her tim ji avakirina bingehên leşkerî yên Çînê nerazî ye yên ku li herêma derya başûr zêde dike.

Mattis vexwendina jibo Çînê paşve kişand ya beşdarîya di rahênanên leşkerî yên hevbeş û piralî de yên ku dê li ava pasafîk bihên encamdan.

XS
SM
MD
LG