Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

James Mattis li Tirkiyê Civînan Encam Dide


Wezîrê berevaniya Amerîka James Mattis û wezîrê berevaniya Tirkiyê Nurettin Canikli
Wezîrê berevaniya Amerîka James Mattis û wezîrê berevaniya Tirkiyê Nurettin Canikli

Wezêrê berevanîya Amerîka James Norman Mattis îro Çarşemê bi seredanek fermî giha Tirkiyê, li qersa serokatiyê bi serokê Tirkiyê Recep Tayyib Erdogan re civîn pêk anîn, di civînê de, herwiha Nurettîn Canîklî wezîrê berevaniya Tirkiyê, Hakan Fîdan misteşarê MÎTê û Îbrahîm Kalin alîkarê sekreterê giştî û berdevkê serokomariyê jî, di civînê de amade bûbûn.

Nurettîn Canîklî wezîrê berevaniyê bi merasîmek leşkerî pêşwazîya Mattis kir, li avahiyê wezareta berevaniyê civîn encam dan.

Tê texmîn kirin ku, pirsa DAIŞ'ê, şerên li Sûriyê û pirsgirêkên ewlekariyê li herêmê, mijarên sereke yên danûstendinên James Mattis bin li gel berpirsên dewleta Tirk.

Herwiha Tirkiye ji siyaseta leşkerî ya Amerîka nerazîye jiber piştevanî û çekdayîna hêzên Kurdan li bakurê Sûriyê, Tirkiye YPG û PYD weke rêzxistinên terorist û baskên partiya Karkerên Kurdistan PKK ê dibîne, lê Amerîka wan li bakurê Sûriyê tevî Hêzên Sûriya Demokrat HSDê, weke hevalbendên herî bihêz yên xwe dibîne di şerê li dij DAIŞ'ê de.

XS
SM
MD
LG