Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Meha Rêbendanê de 304 Hezar Karên Nû li Amerîka Zêde Bûn


(Arşîv)

Wezareta Kar ya Amerîka îro Înê ragihand ku di meha borî de 304,000 karên nû li aborîya Amerîka zêde bûne.

Wezaretê da zanîn ku bi hejmara meha çûyî, herwiha zêdebûna 223,000 karên nû yên di sala borî de jî hate borandin.

"Di Rêbendanê de, karên nû li jimareke sektorên wek kêfxweşî, mazûvanî, avahîsazî, saxlemî, veguhastin û embarkirinê de zêde bûn. Di pirsnameyên me de bandoreke berbiçav ya daxistina hikûmetê ya ser karkirin û diravên ku hatine qezenc kirin, nehat dîtin,” raportê got.

Gelek pisporên aborî pêşbînî dikir ku daxistina hikûmete federal dê bandoreke xirab ser ekonomîya welêt bike.

Serokê Amerîka Donald Trump îro ji rojnamevanan re got ku pêzanînên ku hatine eşşkere kirin, ji wî re ne tiştekî surprîz e.

Tevî zêdebûna kerên nû, rêjeya bêkarî bilind bû û giheşt 6.5 mîlyonan anku 4 ji sedê û ew yek rasterast bi daxistina hikûmetê re girêdatî ye.

Raporta wezaretê dîyar kir ku bêkarî herî pêir di nav kesên Hîspanîk de bilind bû û giheşt 4.9 ji sedê.

XS
SM
MD
LG