Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Japonya û Rusya Dixwazin Têkîlîyên Xwe Baştir Bikin


Putin and Shinzo

Bi armanca başkirina têkîlîyan, îro Înê dîplomasîyên Japonya û Rûsya yên di asta herî bilind de li paytaxt Tokyo civîn ku hevdîtina Serokê Rûsî Vladimir Putin û Serokweîzrê Japonî Hinzo Abe amade bikin.

Ji şerê cîhanî yê duyê vir ve, têkîlîyên Rûsya û Japonya ne dibaşin, lê niha her du welat dixwazin nêzîkî hev bibin û alozîyên xwe yên derheqa herêm û giravên binakok de û alozîyên li Ukrayna çareser bikin.

Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov roja Înê ligel hevtayê xwe yê Japonî Fumio Kishida li Tokyo civîn pêk anîn.

Tê plankirin ku di demek kurt de, Serokwezîrê Japonya Shinzo Abe serdana Rûsya bike û hevdîtinan ligel Serokê Rûsya Putin encam bide.

Di presskonferansekê de, li Tokyo Wezîrê Derve yê Japonî Fumio Kishida got "Em bi heyecan dixwazîn amadekarî û plana hevdîtina her du serokan cîh bînin ku di demek nêzîk de Shinzo Abe bi şêweke fermî serdana Rûsya bike."

Kishida herwiha got, ew hevbîr în ku peymaneke aştîyê di navbera xwe de îmze bikîn, jibo vê mebestê Serokwezîr Abe dê serdana Rûsya bike.

Ji aliyê xwe de, wezîrê derve yê Rusiya Sergey Lavrov got, Rusiya amadeye berdewamiyê bi dialogê bide, lê encamên ku ji şerê Cîhanî yê duyan peyda bûne heta niha nehatine guhertin.

Herweha Lavrov rexne li siyaseta derve ya Yapanê girtin û da zanîn ku Yapan di siyaseta xwe ya derve de, ne serbeste, herweha Lavrov rexne li ambargoyên ku hind welatên rojavayî jiber pirsgirêka Ukrayina liser Rusiya danîne.

XS
SM
MD
LG