Serokwezîrê Japonya Shinzo Abe îro Duşemê ceribandina muşeka nû ya Koreya Bakur şermezar kir û bang li dewletên din kir ku li dijî provokasyonên Pyongyang hevkarîyê bikin.
"Wek ku me li hilcivîna G7 li hev kir, Koreya Bakur jibo civaka navneteweyî mijara sereke ye" Abe ji rojnamevanan re got.
Abe bi berdewamî da zanîn ku jibo bernameya muşekan ya Koreya Bakur rawestînin, ewê bi Amerîka re bi awayekî taybet bixebitin.
Serokwezîrê Japon got ku seba parastina gelê xwe ewê bi Koreya Başûr û welatên din re jî hevkarîyê bikin.