Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Japon: Dibe ku Koreya Bakur Gaza Sarînê bi Kar Bîne


Serokwezîrê Japonya Shinzo Abe îro Pêncşemê dîyar kir ku dibe ku kanîna Koreya Bakur jibo testa bi gaza sarînê hebe. Wî hişyarî da ku reng e Pyongyang wê di demeke nêz de careke din ceribandina navokî li dar bixe.

"Dibe ku hêza Koreya Bakur jibo muçekên bi gaza sarînê jî hebe" Abe li parlemana Japon got.

Jiber bernameya navokî ya Pyongyang li Nîvgirava Koreyî girjî zêde bûye û Amerîka jibo hişyarîyê jimareke gemîyên cengê şandibûn giravê.

Koreya Bakur ewê roja Şemîyê salvegera 105'an ya rojbûna damezirînerê wî welatî Kim Il Sung pîroz bike ku ew roj wek "Roja Rojê" tê zanîn. Serokên Koreya Bakur salên borî di vî rojê de çek ceribandibûn.

Koreya Bakur îsal gelek testên muşekî pêk anîn ku herî dawî di 5'ê Nîsanê de yeke balîstîk firand Behra Japonî.

XS
SM
MD
LG