Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Japonya Toleyên Dijî Îranê Berfireh Dike


Japonya Toleyên Dijî Îranê Berfireh Dike
Japonya Toleyên Dijî Îranê Berfireh Dike

Japonya îro Înê toleyên nû li dijî Îranê radigîhîne, li vê demê ku rêberên Yekîtîya Ewrupa li Brukselê kom dibin û plana xwe ya zêdekirina giwaştinê li ser Îranê gotûbêj dikin.

Kabîneya Îranê îro Înê mal û hebûnên 106 rêxistin û 3 banqayên Îranê û her wiha, 1 kesê Îranî cemidandin.

Piştî biryarê, pirtir jî 350 kompanîyên bingeh li Îranê, rû bi rûyê tole û cezayên nû yên Japonyayê ne.

Li heman demê, tê çaverê kirin ku wezîrên Yekîtîya Ewrupa, ku di hilcivîneke du rojî de li Brukselê kom dibin, toleyên li dijî Îranê berfirehtir bikin.

Ev demek e ku rêberên Yekîtîya Ewrupa difikrin ku kirîna nefta Îranê qedexe bikin.

XS
SM
MD
LG