Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Medya Japonya: Amerîka Bo 400 Amerîkîyên di Gemîya Diamond Princess de Bibe Du Firok Şandin


Vîrusa korona ket canê 70 kesên din yên di gemîya bi navê Diamond Princess de.

Bi vî awayî hejmara kesên bi vîrusa korona yên di Diamond Princess de rabû 355’an.

Di wê gemîyê de 3700 rêwî û muretebat hene û ew ji 3’yê Sibatê vir ve li Japonya di bin çavdêrîyê de ye.

Ajansa nûçeyan ya Kyoto ya Japonya ragihand ku Amerîka bo derxistina 400 hemwelatîyên xwe yên di gemîyê de du firok şandine.

Medya Japonya radigihîne ku Kanada û Hong Kong jî dê hemwelatîyên xwe ji gemîyê derxin.

XS
SM
MD
LG