Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Japonya Jiber Bahoza Haishen Rû bi Rûyê Xeterîyên Mezin E


Arşîv: Bahoz û Lehî li Japonya

Li Japonya bahoza bi navê Haishen, ku di hefteyekê de cara duya ye pêk tê, îro Yekşemê li giravên başûr dibe sedema bayê bihêz û baranên dijwar, bi deh hezaran mal bê elektrîk mane û herêm ketiye di metirsiyê da.

Herwiha karbidestan bang li 1.8 mîlyon kesan ji rûniştvanên herêma Bahozê kirin da ku herêmên xwe jiber metirsiya bahozê vala bikin.

Ajansa Keş Û Hewa ya Japonya ragihandibû ku Bahoza Haishen nêzîkê girava sereke ya başûrê Kyushu dibe.

Li gor Ajansê roja Duşemê navenda wê li Deryaya Çîna Rojhilat bû, leza dibahozê 110 kîlometir di seatekê dabû li başûr-rojhilatê giravên Goto, li rojavayê Nagazakî.

Bahoza Haishen, ku bi zimanê Çînî tê wateya "xwedayê deryayê", serê sibeha îro Yekşemê gehiştîye Okinawa û başûrê girava Kyushu ya herema Amami Oshima, dibe sedema bayên domdar yên bi hêz û leza 180 kîlometir di seatekê da.

Serokwezîr Shinzo Abe di civînekê de ya bi wezîrên kabîneyê re, got, Ev tayfûn ber bi Kyushu ve diçe û dibe ku li Kyushu bibe sedema baran û bayên xurt, lehî, pêlên bilind yên deryayî, û birûskê.

"Ez daxwaz dikim ku mirov bi baldarîya herî girîng hişyar bin,"serokwezîr Abe got.

Televîzyona fermî ya Japonya NHK ragihand ku karbidestan biryar dane ku xelkên li 7 herêmên li başûrê Japonya dijîn werin dûrxistin.

Li gor NHK, bahoza Haishen ne tenê bi hêz e, herwiha wekî bahozek asta 3'ya ne jî, lê di heman demê de zirar gihandiye heremên berfireh.

XS
SM
MD
LG