Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Japonya: Kuştina Bexdadî bo Aramîya Rojhilata Navîn Girîng E


Wezîrê Karên Kabîne ya Japonî Yoshihide Suga îro Duşemê got ku kuştina rêberê DAIŞ’ê Ebu Bekir Bexdadî gaveke girîng ber bi aştî û aramîya li Rojhilata Navîn e.

Suga di preskonfersanekê li, li paytext Tokyo got ku şerê dijî DAIŞ’ê û rêxistinên din yên tundrê bi dawî nehatiye.

Wî dubare kir ku Japonya di şerê dijî berfirehbûna rêxistinên tundrê li seranser cîhanê pêgîr e.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG