Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Japonya li Hin Eyaletan Rewişa Awarte bi Dawî Dike


Hikûmeta Japonya li sê eyaletan rewişa awarte ya jiber vîrusa korona hatibû ragihandin bi dawî kir.

Serokwezîrê Japonya Shinzo Abe bi preskonferansekê da zanîn ku rewişa awarte ya li Osaka, Kyoto û Hyogo jiber pêşdeçûna şertên saxlemîyê û kêmbûna pêketinên nû yên vîrusa korona bi dawî bûye.

Abe dîyar kir ku rewişa awarte ya li Ciba, Kanagawa, Saitama û Hokkaiod dewam dike û da zanîn ku ewê roja Duşemê bi karbidestên saxlemîyê re ser şertên wan eyaletan biaxifin û ger ew rewiş baş be ewê li wir jî rewişa awarte bi dawî bikin.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê Japonya 16,385 bi vîrusa korona ketine û 771 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG