Lînkên eksesibilîtî

Muşeka Koreya Bakur di Ser Japonya re Derbaz Bû


Reuters'ê îro Sêşemê ragihand ku Koreya Bakur muşekeke din ya balîstîk ceribandîye.

Hikûmeta Japonya dîyar kir ku muşek, di ser bakurê wî welatî re derbaz bûye û 1180 kîlometre ji axa wê dûr li derya ketîye.

Kanala dewletê ya Japonya NHK da zanîn ku muşek li rojhilata Erimo ya Hokkaido ketîye û ti zarar çênebûye.

Artêşa Koreya Başûr dîyar kir ku muşeka ku ji nêzî Pyongyangê hatîye firandin, 550 kîlometre bilind bûye û 2700 kîlometre rê çûye.

Serokwezîrê Japonya Şinzo Abe da zanîn ku ew jibo berevanîya gelê Japon, çi ji destê wan tê dikin û bang li kesên li derdora cîhê muşek ketî kir ku tedbîrên xwe bistînin.

Medya Japon dîyar kir ku berî muşek li derya bikeve, bûye 3 parçe.

Wezîrê Berevanî ya Amerîka jî piştrast kir ku Pyongyangê, muşekeke ku di ser Japonya re derbaz bûye firandîye.

Berdevkê Pentagonê Robert Manning da zanîn ku ew agahîyan berhev dikin û got ku muşeka hatîye avêtin bo Amerîka ne gef e.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG