Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Japonya Hember Korona Bang li Hemwelatîyan Dike ku li Malê Bimînin


Hikûmeta Japonya îro Çarşemê bang li hemwelatîyan kir ku li malên xwe bimînin, di vê demê de ku rexneyên dijî Serokwezîr Shinzo Abe pirtir dibin ku tedbîrên karîger nagire.

Japonya, ku tenê kesên bi semptomên vîrusa korona test dike, ragihand ku heta niha 9,000 bûyerên tûşbûna korona û nêzî 200 mirinên girêdayî wê vîrisû hatine tomar kirin.

Hevdem, medya Japonî radigihîne ku ger pêngavên pêdivî neyên avêtin heta 400,000 kes dikarin ji vîrusa korona bimirin.

Di hefteyên dawî de, taybetî lî paytext Tokyo bilindbûna bûyerên pêketina korona tê dîtin û hikûmetê li Tokyo û Osaka jî di nav de li şeş herêmên din rewşa awarte ragihand ku danûstandina hemwelatîyan sînordar bike.

XS
SM
MD
LG