Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Japonî Suga bo Pêkanîna Lîstikên Olîmpîyatê Pêgir E


Serokwezîrê Japonya Yoshihide Suga

Serokwezîrê Japonya Yoshihide Suga îro Duşemê dubare kir ku welat dikare di navbera 23'ê Tîrmeh û 8'ê Tebaxa 2021'an de, bi ewlehî mêvandarîya Listîkên Olîmpîyatê bike.

Lê, qanûndanerên opozîsyonê ji wî dixwazin ku dîyar bike ka ew çawa pêkan e û ew banga nirxandina betalkirina lîstinên olîmpîyatê dikin.

Berî demeke kin ya destpêka listînên olîmpîyatê, fîkarên ser kanîna hikûmeta Serokwezîr Yoshihide Suga ya di peyvajoya kontrolkirina bûyerên COVID-19 de zêde dibin.

Suga, Înîya borî rewşa awarte ya li Tokyo heta 31'ê Gulanê dirêj kiribû û bilî çar eyaletên heyî, li şeş eyaletên din jî rewşa tengavî berfireh kiribû.

Japonya roja Şemîyê pirtir ji 7.000 pêketinên nû yên COVID-19 ragihand ibûnku ev ji nîva meha yek, Rêbandanê vir ve hejmara herî bilind e.

Qanûndanerên opozîsyonê îro ji Suga pirsî ku tevî zêdebûna rêjeya pêketinên vîrusa korona, ew hîn biryardar e ku Listîkên Olîmpîyatê li dar bixe.

Suga got ku rola wî di peyvajoya olîmpîyatê de, bo parastina saxlemî û ewlehîya tevahîya kesan e û ew çi ji destê wî tê, dike.

"Min ti car Olîmpîyat nekir mijara serekî ya ji hemî mijaran girîngtir. Emê jibo ewlehîya sporvan û beşdarên din û herwiha bona parastina jîyan û saxlemîya gelê Japonî, hemî tiştên ku ji destê me were bikin, " Suga got.

Suga bi berdewamî ragihand ku komûanîya Pfizer wê bi navberîya IOC vaksîna xwe bo sporvanan bi belaşî pêşkêş bike ku lîstinên olîmpîyatê bi ewlehî werin kirin.

Hevdem, bangên gelê Japonî yên bo betalkirina lîstikên Olîmpîyatê zêde dibin.

Daxwaznameyeke onlaynî ku betalkirina olîmpîyatê daxwaz dike, di hefteyekê de ji 300.000 zêdetir îmza bi dest xist.

Lêkolînek dawîya hefteyê ya rojnameya herî mezin ya Japonya nîşan da ku ji % 60'ê beşdarvanan banga betalkirinê dikin.

XS
SM
MD
LG