Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Japonya Rewşa Awarte ya Dijî COVID-19 Tundtir û Berfirehtir Dike


Di peyvajoya pandemîya vîrusa korona de li Japonya jîyana rojane

Japonya îro Çarşemê bi sedema bilindbûna rêjeya pêketinên vîrusa korona li 7 eyaletên din jî rewşa awarte ragihand.

Zêdebûna pandemîya COVID-19 li seranserê Japonya pirtirê nîvê nifûsê bondor dike.

Serokwezîr Yoshide Suga jî ragihand ku Japonya dê jibo kesên karsaziyê yan kesên din yên bi destûra rûniştinê, mafê hatina bilez rawestîne û ewê hatina mîvanên biyanî di dema rewşa awarte de bi tevahî qedexe bike.

Daxuyanîya Suga kêmtirî hefteyeke piştî ku wî bo Tokyo û sê eyaletên nêzîk rewşa awarte ragihand, pêk hat.

Biryara nû ya ku li 7 eyaletên din yên li rojavaya û navenda Japonya jî rewşa awarte radigihîne.

Hikûmetê dîyar kir ku ewê rewşa awarte ya dijî vîrusa korona roja Pêncşemê dest pê bike û heya 7'ê Sibatê berdewam bike.

Serokwezîr Suga di derbarê xurtkirin û berfirehkirina tedbîr û qedexeyên nû de preskonferansek li dar xist. Wî gava ku ji bîragiştî têgihîştin xwest, serê xwe tewand.

"Rewşa giran ya xeter berdewam dike, lê ev tedbîranan pêdivî ye ku pêvajo ber bi başîyê ve biçe," Suga got.

Wî got ku hikûmeta wî li heft eyalatên bajarî dîyar kirîye da ku belavbûna pandemîya korona ya ber bi bajarên piçûktir bidin sekinandin lu li wan hereman sîstemên bijîşkî pirtir lawaztir in.

Hikûmet ji bar û xwaringehan li Osaka, Kyoto, Hyogo, Fukuoka, Aichi, Gifu û Tochigi daxwaz dike ku 8'ê êvarê de werin girtin.

Hevdem, karsazî divê ji % 70 xebatkarên xwe ji mal bidin xebitandin û herwiha rûniştvanên li herêmên bandorkirî divê bilî armancên bingehîn dernekevin kolanan.



XS
SM
MD
LG