Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Japonya Dest bi Kempeyna Karanîna Vaksînê Kiriye


Japonya dest bi kempeyna karanîna vaksîna vîrusa korona kir.

Çaverê ye ku di qonaxa pêşî de 40 hezar karmendên saxlemîyê li ser xwestina wan vaksînê li xwe din.

Hikûmeta Japonya armanc dike ku heta meha Adarê 3,7 mîlyon kesên di sîstema saxlemîyê de vaksînê bikar bînin.

Bernameya bo kesên temenên wan 65’an mezintir, ku hejmara wan 36 mîlyon e, dê di Nîsanê de destpê bike.

Berpirsên Japonya hîn bernameya vaksînê ya bo kesên din eşkere nekiriye.

Japonya hefteya borî bo karanîna vaksîna BioNTech û Pfizerê destûr dabû.

Olîmpîyatên li Tokyo yên 2020’an jiber vîrusa korona hatibû paş xistin û hikûmet niha hewil dide ku ew olîmpîyat di Tîrmehê de destpê bikin.

Karbidestên saxlemî yên Japonya dibêjin ku ji destpêka şewba vîrusa korona vir ve 418 hezar kes bi vîrusa korona ketine û pirtir ji 7000 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG