Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

James Jeffrey: Dibe ku Şerê Dijî DAIŞ'ê di Çend Mehan de bi Dawî Bibe


Nûnerê Taybet yê Sûrîyê yê Amerîka James Jeffrey

Nûnerê Taybet yê Sûrîyê yê Amerîka James Jeffrey dîyar kir ku ew li bendê ne ku şerê dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) di çend mehan de bi dawî bibe.

Jeffrey da zanîn ku Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD), ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengîya wê dike, li hêla Çemê Firatê têkoşîna dijî DAIŞ’ê didomîne û got ku dibe ku ew herêma dawî ya çekdarên wê rêxistina tundrê lê hene be.

Wî dîyar kir ku hêzên Amerîkî hewil didin ku dijî DAIŞ’ê serketineke demdirêj bi dest xwe xin.

‘’Ger têkçûna DAIŞ’ê demdirêj be, dê bi yekîneyên wê yên leşkerî yên dixwazin herêma xwe berfireh bikin re, hemî yekîneyên wê yên veşartî û gumana serhildaneke nû jî pûç bibin’’ Jeffrey got.

Jeffrey da zanîn ku piştî têkbirina DAIŞ’ê, divê li Sûrîyê peyvajoya sîyasî jinûve şên bibe û şerê navxweyî yê li wî welatî raweste.

Dîplomatê Amerîkî da zanîn ku divê heta dawîya salê komîsyoneke qanûna bingehîn were ava kirin.

Di meha Cotmehê de, li Stenbolê bi beşdarîya rêberên Tirkîye, Fransa, Almanya û Rûsya ser Sûrîyê hilcivînek li dar ketibû.

Beşdarên hilcivînê dîyar kiribûn ku ew hewil didin ku heta dawîya salê li Sûrîyê komîsyoneke qanûna bingehîn ava bikin.

XS
SM
MD
LG