Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jeffrey: Di Destê HSD'ê de 10,000 Çekdarên DAIŞ'ê Hene


James Jeffrey

Nûnerê Taybet yê Amerîka yê bo Sûrîyê James Jeffrey dîyar kir ku li Îraq û Sûrîyê gefên Dewleta Îslamî (DAIŞ) didome.

Jeffrey bi bîr xist ku di têkoşîna dijî DAIŞ’ê de hevalbendên wan Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) e û dîyar kir ku ew naxwazin ku ew zararê bibînin û ti kes êrîşê wan bikin.

Di brifînga li Wezareta Derve ya Amerîka de, Jeffrey da zanîn ku Serok Trump bi awayekî zelal gotiye ku ew li ser soza xwe disekinin û divê ti kes êrîşê hevalbendên wan nekin.

Jeffrey dîyar kir ku wan û Tirkîyê ser herêma ewle li hev nekiriye û ew danûstandinê didomîn.

Ew bi berdewamî ser çekdarên DAIŞ’ê yên di destê HSD’ê de jî axifî.

Nûnerê Taybet da zanîn ku HSD’ê 10,000 çekdarên DAIŞ’ê girtine û ji van 8000 ji Sûrîye û Îraqê ne.

Jeffrey got ku ew plan dikin ku çekdarên DAIŞ’ê yên Sûrî derxin pêş dadgehê.

XS
SM
MD
LG