Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jeffrey Dîyar Dike ku Hevkarîya Amerîka û HSD'ê Dê Bidome


Nûnerê Taybet yê Amerîka yê bo Sûrîyê James Jeffrey berî civîna ser Sûrîyê ya li Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) pirsên rojnamevanan bersîvandin.

Jeffrey li ser pirsan da zanîn ku ewê li Sûrîyê bi Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) re hevkarîyê bikin û têkoşîna dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) bidomînin.

‘’Bo me ya girîng ew e ku em rê li ber DAIŞ’ê bigirin ku petrol nekeve destê wan û komên din. Em tiştekî dijî qanûnê nakin’’ Jeffrey got.

Wî da zanîn ku HSD 4 sal in li qadên petrolê karên xwe didomîne û ew jî dê bi stratejîya xwe ya bo Sûrîyê alîkarîya wê hêzê bikin.

Nûnerê Taybet ser girjîya li Îdibê jî ameje kir ku rewşa wir fikaran çêdike û dîyar kir ku divê li seranserê Sûrîyê agirbest were ragihandin.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG