Nûnerê Taybet yê Amerîkî bo Sûrîyê James Jeffrey dê îro Duşemê û sibê Sêşemê li Enqere ya Tirkîyê danûstandinan bike.
Jeffrey, ku bi vexwendina Tirkîyê serdana wî welatî dike dê bi karbidestên Wezareta Derve ya Tirkîyê re kom bibe.
Li ber e ku mijara sereke ya civînan Sûrîye be.
Serdana Jeffrey li van rojên ku girjîya li Sûrîyê jinûve gur bûye rast tê.