Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jiber Gendelî, Dewlemendtirîn Xwedankarê Çînî bo 14 Salan Çû Zindanê


Hukimê zindanî dijî dewlemendtirîn xwedankarê Çînî hat dan piştî bi tawana dana bertîl û bazirganiya ne qanûnî hat xetabar kirin.

Dadgeheka Beijingê roja Sêşembî hukimê 14 salên zindanî û cizaya diravî bi bayê 88 milyon dollaran dijî Huang Guangyu da.

Dadgehê her wiha fermana desteser kirina mulkê taybetê Guangyu da bi bayê pitir ji 29 milyon dollaran.

Guangyu bi hejarî mezin bû û paşî kompaniya Gome Electronics damezrand, ku mezintirîn kompaniya firotina amêrên nav malê ye li Çînê.

Guangyu li sala 2008, şeş milyar û 300 milyon Dollar hebûn, her di wê salê de ji layê polîsî ve hat desteser kirin.

Ajansa Xinhua ya fermî radigehîne ku Guangyu bi kêmî ve bayê 600 hizar Dollaran bertîl dabûn pênc karmendên hikûmetê.



XS
SM
MD
LG