Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Opozîsyona Sûrî Dijî Daxwaza Kurdan ya Federalîzmê Ye


Serokê opozîsyona Sûrî yê bingehîn roja Sêşemê sîstema federalî di welatê di şer da wêran bûyî red kir û hişyarî da ku ev dê rê li ber parçebûna welatî veke.

Riad Hijab serokê Komîteya Bilind ya Danûsandinan di konferansekê da got “Yekîtîya Sûrîyê xeta sor e. Ew mijare nahê giftûgo kirin û fedaralîzm destpêka parçekirina Sûrîyê ye.”

Wî got ev biçi terzekî nahê qebulkirin. Em di konferansa Rîyadê ya meha Berfanbara 2015ê dema ku HNC hatî avakirin li ser fikra dabeşkirina îdarî hemfikir bûn.

29 reşemê cîgirê wezîrê derve yê Rusyayê Sergei Ryabkov got heke yekitîya welatî biparêze em li Surîyeyê dijî avakirina sîstema federalî nîn in.

Di şîroveya xwe ya di ajansa nûçeyên Ria Novostî da hatî çapkirin da wî got ez nikarim îhtîmala devletek federal li Sûrîyeyê bihelsengînim, jiber ku pêvajuya biryara paşeroja Sûrîyê hêj destpênekirîye.

Lê piştî giftûgo û şêwirmendîyên derbarî paşeroja Sûrîyê da, alîyên di şeri da bigehin vê encamê ku ev modele kêrî wan tê û yekîtîya Sûrîyê herwekî devletek sekûler/laîk, serbixwe û desthilat diparêze, kî dê li dijî derkeve?

Kurdên Sûrîyê, ku piştî derkevtina şerî di sala 2011ê da sê herêmên xweserî avakirine, piştgîrîya fikra fedaralîzmê dikin.

Di Rêbendana 2012ê da çend grupên Kurdên Sûrîyê pêşnîyaz kirin ku referandumek bê kirin daku mafê helbijartinê jibo xweserîyê, fedaralîzmê û dabeşkirina îdareyê bidin dengdaran.

XS
SM
MD
LG