Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jimara Qurbaniyên Sivîl li Afganistanê Zêde Dibe


Netewên Yekgirtî radigehîne ku jimara qurbaniyên sivîl li Afganistanê zêde dibe û xirabkar zêdetir berpirsiyar in biramberî kuştin yan birîndar kirina welatiyên Afganî.

Di raportekê de ku roja Sêşembî li Kabulê hat belav kirin, Netewên Yekgirtî ragehand ku jimara qurbaniyên sivîl li nîva yekê ya sala 2010, 31 ji sedê zêde bûye. Her di wê demê de, 1,300 Afganî hatîne kuştin û 2,000 birîndar bûne.

Netewên Yekgirtî ragehand ku hêzên li dijî hikûmetê berpirsiyar in biramberî kuştin yan birîndar kirina 76 ji sedê welatiyên Afganî, û hêzên Amerîkî, NATO û yên ser bi hikûmetê berpirsiyar in biramberî biramberî kuştin yan birîndar kirina 12 ji sedê qurbaniyan.



XS
SM
MD
LG