Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Roja Jinan li Seranserî Cîhanê Tê Pîroz Kirin


Jinên Êzidî li Laleş 8î Adarê Pîroz Dikin
Jinên Êzidî li Laleş 8î Adarê Pîroz Dikin

Hersal r8î Adarê li seranserî cîhanî weke roja Cîhanî ya Jinan tê pîroz kirin. Saziyên hikûmî, yên civaka sivîl, yên mafên mirovan û mafên jinan çalakiyên pirengî encam didin.

Zêdetir ji 100 salane ev roj tê pîroz kirin, wezareta derve ya Amerîka berî 13 salan biryar dabû ku hersal 10 jinên wêrek ji 10 welatên cîhanê xelat bike.

Xelatê sala 2019an roja 7î mehê bi amadebûna wezîrê derve yê Amerîka Mike Pompeo û xanima Yekê Melania Trump li avahiyê wezareta derve ya Amerîka li Washington hpêkhat, ev xelat pêşkeşî 10 jinan hat kirin yên ji welatê: îboutî, Misir, Ireland, Urdon, Montenegro, Myanmar, Peru, Srî Lanka ê Tunisê.

Her rêxistin, sazî yan welat, rengekî taybet didin vê rojê û bi siloganên taybet 8î Adarê piroz dikin.

Dema ku 8î Adarê dihat pîroz kirin bi dehan jinên Êzidî ji destên rêxistina tûndrê ya bi navê Dewleta Îslamê DAIŞê tên rizgarkirin, bi taybet yên ku li bingeha herî dawiyê ya DAIŞê li Baxoz ji aliyê Hêzên Sûriya Demokrat HSDê ve tên rizgar kirin.

Jinên Êzidî yên di çalakiyê de beşdar bûbûn, bi pankartan daxwaza alîkarîya qurbaniyên destê DAIŞê kirin û bang li civaka navnetewî kir ku jin û zarokên Êzidî yên hêzjî di nav destên DAIŞê de ne bihên rizgar kirin yên hinda çarenivîsa wan bihê zanîn.

Li Herêma Kurdistan Îraqê, roja 8î Adarê li peristgeha Laleş merasîmek taybet lidarxist ji bo 150 jin û 25 zarokên Êzidî yên ku vê dawiyê ji destên DAIŞê hatbûn rizgar kirin

Li hemû aliyên Cîhanê di 8î Adarê de jinên wêrek, yên çalak û dahêner ku karekî baş kir be, tiştekî nû kir be, afirandin kir be tên xelat kirin.

XS
SM
MD
LG