Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Roja Jinan ya Cîhanê


Jina Elsalvadorî Xiomara Gonzalez
Îro 8’ê Adarê ye, Roja Jinan ya Cîhanê. Roja 8’ê Adarê, di sala 1909’an de li Amerîkayê, wek Roja Jinan ya Cîhanê hate destnîşan kirin.

Li gelek welatên cîhanê, ji alîyê sazî û rêxistinên jinan ve gelek bizav û çalakîyên cihêrengî têne kirin.

Amerîka jî bi vê helkeftinê 9 jinên bizavkar yîn seranser cîhanê xelat dike, jiber wêrekbûn û rêbertîya wan ya di parastin û xurtkirina mafên jinan de.

Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry û Xanima Yekê Michelle Obama îro Înîyê, li avahîya wezareta derve mêvandarîya merasîma “Jinên Wêrek” bikin.

Li nav xelatgiran yekemîn leşkera jin ya Afganî Malalai Bahaduri jî heye. Wezareta Derve dibêje, tevî gelek serftinên wê, dayika 3 zarokan rastî êşkence hatîye û bi mirinê hatiye tehdît kirin.

Nivîskara navdar ya Tîbetî Tsering Woeser jî tê xelat kirin, jiber ku bi eşkereyî li ser rewşa mafên mirovan ya hemwelatîyên Tîbetê axifîye. Woeser nikare pişikdarî li merasîmê bike, jiber ku di bin çavdêrîya karbidestên Çînê ye.

Bizavkarên jin yên ji Honduras, Nîjerya, Rûsya, Somal, Sûrîye û Vîyetnam jî, wê xelata wergirin ku ji sala 2007’an vir vê têne dayîn.

Xwendevanên hêja,

Kerem kin bu guhdarîya raporta nûçegîhanê me yê Duhokê, Selam Balayî bikin ku li ser vê rojê amade kirîye:

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG