Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Konferansa Jinê ya Rojhilata Navîn li Dîyarbekirê Destpê Dike


Kurdish Woman Conference
Kurdish Woman Conference
Tevgera Jina Azad û Demokratîk “Konferansa Jinê ya Rojhilata Navîn” li Dîyarbekirê lidar dixe.

Konferans 31’ê Gulanê destpê dike û di 2’yê Hezîranê de bi dawî dibe.

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Aysel Tugluk di derbarê konferansê de got, daxwaza wan ew e ku li ser dîroka hevpar ya jinê nîqaşan bikin û bi van nîqaşan dîroka jina Rojhilata Navîn derxin holê.

Birêz Tugluk wiha dewam kir “Dibe ku em li welatên cuda bijîn, lê pirsgirêka jinê pirgirêkeka gerdûnî ye. Li Rojhilata Navîn ev birin girantir e. Em dixwazin tecrûbeyên xwe bi hevre parve bikin û xilasîya ji van pirsgirêkan dê çawa be, gotûbêj bikin.”

Hevseroka Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) Gulten Kişanak jî got, aştî bê jinan çênabe.

Xanim Kişanak wiha dom kir “Niha li seranser Rojhilata Navîn şer û pevçûnên mezin hene. Êş û janên mezin tên jîyîn. Pergalên Rojhilata Navîn jinûve tên ava kirin.Gelo di vê jîyana nû ya Rojhilata Navîn de, rola jinê dê çi be, cîyê wê dê ku derê be? Emê di konferansê de li bersîva van pirsan bigerin."

please wait

No media source currently available

0:00 0:05:10 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG